Lînkên eksesibilîtî

Firokeka Misrê li hindav Derya Sor kefte xar - 2004-01-03


Karbidestên Misrî dibêjin ew firoke birêve bu ji Şerm el-Şêx berev Qahîre diço demê ku keftî xwarê. Wan got êkser piştî ketina wê çi kesên sax venedîtin.

Karbidesta got froka Boeing 737 li demekê kurt ji berî demjimêr pîncî spêdê bi demê Misrê dest bi firînê kiribî, û ew firoke di radara firokexanêda nema li demê ku 11 kîlometra dur ketî.

Karbidestan got, behira pitêrê ya xelkê di wê firokê da Ferensî bun û ew firoke ya companîyaka taybet ya Misrî bu bi navê Flash Air. Dezgeha ragehandina misrî ya resmî ji zarê jêderekê resmî got ew firoke ya li nêzîkî devava Şerm el-Şêx vedîtîn di derya sor da û bizavên peyda kirina termê kesêt di firokê dabûn dest pêkirîye.

XS
SM
MD
LG