Rêberê Birîtanî ku li bêhindanê bû li Misrê bê agedarkirin bi firokê ço başûra Iraqê û ji nîşkêve ço serdana nêzîkî 10 hezar serbazêt Birîtanî ku li bajarê besrane û sûpasîya xebata wan kir, ne bitinê ku di şerîda di serkeftîn, lê herwesa bo damezrandina aştîyê. S
erok wezîrî gote serbaza ku ew we bawer diket ku şerê Iraqê rêka bitinê bû bo damezrandina aştîyê û tenahîyeka demdirêj.
Berêz Blair got: "Min divêt hûn bizanin ku alîyekê serbilindîya xelik hestê pêdiket ewe ku di salêt hatîda xelkê vî welatî bi hizra min û li seranserî Cîhanê jî dê hizra xwe ket ka çi kirîye û dê sûpasîya başî û çakîya we ken."
Rêberê Birîtanî çend careka behsê çekêt Iraqî yêt wêranker kir û çewa bûye astengeka Siyasî di rêka rêberê Birîtanîda ku sebebê pişikdarîya şerîda bû, lê hêşta lêvekolêt çekan çi belgêt êkser ne dîtine ku piştî sala 1991 Iraqê ew çek heyn.