Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeyvîn li ser Iraq, Kurd u Federasyon - 2004-01-06


Karmendê pişka Kurdî ya Dengê Emerîka Birusk Tuxan ji New York Hevpeyvînek digel Profesor (Michael Gunter)î kirîye sebaret bi Iraq, Kurd u Federasyon.

Hindek şareza hûşdarîyê diden, u dibêjin xeter hene ku desthilata Iraqê bilezubez u bêyî danana xîmekê anku destûrekê bête veguhastin bo Iraqiyan. Le (Michael Gunter), mamostayê sîyasetê ji Zanîngeha Teknolojîyê li wîlayeta Tennessee digel wan gotinan nîne.

Profesor (Gunter)î di hevpeyvîneke digel (Pişka Kurdî ya Dengê Emerîka) da got, “Nexêr!” u pêve çû u got: “Bêguman em nikarîn pêşbînîya paşerojê bikeyn. Lê aşkera ye ku Kurd u Erebên Iraqê mirovên pêşkefti u têgiheştî ne, u wan dê derfeteke baş hebît ku wê pêjavoyê bimeşînîn li demekî nêzîk -- ne ku dûr. Vêca ez bawer nakem ku veguhastina desthilatê di vî demî da tiştekî bi xeter e.”

Lê Diktor (Gunter) haydar e ji pirsên li pêşiya rêkupêkkirina demokrasî u federalîzmê li Iraqê, u got nebûna edet u kevneşopên demokrasîyê pirsa serekî yê. Wî got, “Demokrasî ji nişkê ve pêknahêt. Demokrasî rêyeke dûrudirêj e, bi girê u asteng e, lê mirov dikarit lê bimeşît.”

Pênc nûnerên Kurd yên Civata Desthilatdar ya Iraqê dixwazin ku babetê federasyonê di qanûna bingehîn an destûra berdem da (ku divêt heta dawiya meha têt bête darêştin) bête zelal kirin. Lê hindek karbidest u sîyasetvanên Iraqi, wek mînak Serokê Civata Desthilatdar ya Iraqe yê vê mehê (Adnan Paçacî), dibêjin bila Kurd bêhna xwe fireh biken heta pirsa federasyonê di destûra li sala 2005ê da tête nivîsîn.

(Michael Gunter) bawer naket ku ew rêberên Kurdan lezê diken. Profesor (Gunter)î got, “Nexêr. Hindî ku Kurd xwe bigirin u gîro biken, dê hind bizehmettir bît ku ew rêkkeftineke baş bo Kurdan wergirin. Derfeta herî baş ji bo Kurdan, niha ye.”

Lê Diktor (Gunter) digel wê daxwaza rêberên Kurdan nîne ku Kerkûk bibîte pişkek ji Kurdistana federal li Iraqê. Wî got, “Kerkûk babetê herî kêşeliser bû li sala 1970ê linav Mele Mistefa (Barzanî) u Seddam Hûseyn u hikûmeta Iraqê u dîyar e ku ew babet îro jî bilez digehîte wê pileyê. Ez dibêjim divêt Kurd ji wê daxwaza xwe bêne xar u pêkbên. Kurd vê gavê di rewşa herî baş da ne bo bazar, danustandin u rêkkeftineke sîyasî; lê heke tû gelekî bixwazî, tû li dawîyê ti tiştî bi dest ve naînî. U bi dîtina min, bi daxwaza bo wergirtina Kerkûkê linav devera otonom ya Kurdistana Iraqê, ew (Kurd) gelekê dixwazin -- heke mirov helwêsta pirranîya gelê Ereb yê Iraqê u welatên hevsînor wek Tirkîye u Sûrîyê li himberî Kerkûkê bidete pêşçav.

“Ez dibêjim heke pêkhatineke baş li ser Kerkûkê hate kirin, ma çi ye ka Kerkûk di kîjan devera federalî daye? Heke demokrasî bi rastudirustî hate bicih înan, ew girîng nîne ka bajêrê (Nashville) linav wîlayeta (Kentucky) ye, an linav wilayeta (Tennessee) ye. Vêca girîng nîne ka Kerkûk linav vê deverê ye, an devera dî -- heke demokrasî hate bicih înan. Lê demokrasî pêknahêt heke tû bêḧed bixwazî. U dîyar e ku Kurd daxwazeke bêqam diken bi pêşnîyara wergirtina Kerkûkê linav devera otonom ya Kurdistanê.”

Bi dîtina (Michael Gunter)ê ji Zanîngeha Teknolojî li wîlayeta Tennessee, heke Kurd li ser Kerkûkê pêkhatin, wê gavê Ereb jî dê rê bidene devera otonom ya Kurdistanê linav Iraqa federal ku Kurd hûkmî li xwe biken -- wek pêşnivîsa destûra Parlamentoya Kurdistanê.

Mamostayê Emerîkî got divêt Kurd ya ku ji destî têt biken da ku federasyon u demokrasî li Iraqê binecih bin. Lê Profesor (Gunter)î got heke ew yêkcar têkçû u dîyar bû bo hemî alîyan, anku bo Ereban, Tirkan u Îranîyan, ku demokrasî nameşît, bi tenê wê gavê bizava Kurdan ber bi serxwebûnê ve dê rewa bête ḧesibandin. Birêz (Gunter)î got, “Belku ew şert pêkbên jî, lê hêj zû ye ku mirov pêşbînîya hindê biket. Vê gavê divêt Kurd digel pirranîya Ereb ya Iraqê pêkbên u berê xwe bidenê ka federasyon bikêr têt yan ne.”

(Birusk Tuxan, Dengê Emerîka ji New York)

Heker te bivêt guh bideye vê Hevpeyvînê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG