Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Îraqê dibêjin peqînek di mizgeftekê de li bajarê Baqooba qewmî bi kêmî 5 kes kuştin u bi dehan birîndar kirin - 2004-01-09


Karbidestên Îraqê dibêjin peqînek di mizgeftekê de li bajarê Baqooba qewmî bi kêmî 5 kes kuştin u bi dehan birîndar kirin. Ew peqîn li dawîya nivêja eynî çê bu. Berî hingî li Bexda karbidestên parastinê got 2 gullayên RPG bi hutêlekê keftin, cihê hewana qonteratçîyên biyanî u kardarên di gel hêzên hevalbenda kar di kin.

Êeîşê çi zîyanên giyanî nebun. Li bajarê Tikrît serbazîn Amrîkî çendîn kes girtin dema 300 ji wan serbaza bi ser milîtanên berguman de girtîn, dest hebu di êrîşan de dijî hêzên hevalbenda.

Wazîrê derve yê Amerîka Colin Powell berevanî ji dîtinên hukmeta serok Bush kir sebaret çekên tevkujên Îraqê. Wî got Îraq xeter u gefe bu u tivya ne hête pişt guhxistin u civaka nêv neteweyî u rijêma Saddam Husên çendîn sal hebun pirsgirêkê çareser bikin berî despêkirna şerê hevalbenda li ser Îraqê. Berêz Powell ew çend jî behis kir ku rijêma Saddam ew çek bi kar înabu.

XS
SM
MD
LG