Lînkên eksesibilîtî

Polîsêt Iraqê dibêjin hêzêt Emrîkî bikêmî dû Iraqî li bajêrokê Feluce koştin - 2004-01-13


Polîsêt Iraqê dibêjin hêzêt Emrîkî bikêmî dû Iraqî li bajêrokê Feluce koştin, piştî bi moşekan hêriş liser serbaza haytîye kirin.

Polîs dibêjin bikêmî sê kesêt dî li hêrişa evro brîndar boyne. Raport behsê çi koştî û birîndara nav hêzêt Emrîkî naken.

Ew hêriş her liwê rojê hate kirin ko hîlîkoptereka leşkerê Emrîkî li dervey bajêrokekê nizîk keftîye xarê.

Leşker dibêjit renge ew hîlîkopter hatbite êxstin. Her do frokevanêt wê hîlîkopterê rizgar boyne.

Li bajêrê Kut li başûra rojhelata Iraqê, hêzêt Ukreynî eve dû roje digel xunîşaderêt bêkar bişer diçin.

XS
SM
MD
LG