Bi dehan endamên perlemanê Iranê ku êk ji wan birayê serokê Iranî Muhemed Xatemîye dibêjin gireva nerazîbuna wan dê berdewam bit heta ku daxazên wan bo helbijardina azad û rewa û qanunî bêne bicih înan.
Qanun daner bizavê dikin ew biryara ji layê Civata Şûreya Nihehban ku li vê heftîyê hatîye dan bighorineve ya durxistina nêzîkî nîveka 8000 berbijarên rîformxaz ji helbijardinên meha bêt yên perlemanî.
Demekê direng li roja çarşembî rêberê olî Ayatollah Ali Khamenei daxaz ji civatê kir careka dî bi wê biryarêda biçineve. Wî got berbijar divêt tinê hingî ji helbijardinê bêne durxistin demê ku belgên rewa hebin ew ber helbijardinê nakevin.
Wê civatê desthelata hindê heye biryarên ji layê perlemanîve têne dan vîto biken û herwesa desthelata destnîşan kirina berbijara heye.
Pitir ji 80 endamên nuha yên perlemanî di nav wan da bun yên ku hatîne durxistin ji helbijardinên heyva bêt ku êk ji wan Cêgirê Serokê Perlemanîye, Muhemed Riza Xatemî birayê biçuk yê Serokê Iranê Muhemed Xatemî.