Lînkên eksesibilîtî

Li encama peqîna bombekê li nêzîk Bexda sê serbazêt Emirîkî û dû karmendêt parastina Iraqê hatne kuştin - 2004-01-17


Li encama peqîna bombekê bi rex cadê evro li nêzîk Bexda sê serbazêt Emirîkî û dû karmendêt parastina Iraqê hatne kuştin. Herwesa dû serbazêt Emirîkî jî di wê hêrşê da birîndar bûn. Karbidestêt leşkirê Emirîkî li Iraqê di bêjin ew peqîn bîye egera şewitandina otombêleka leşkirî li bajêrokê Taci ku di kevîte sîh kîlumêtra li bakura Bexda. Hejîyê basê ye jmara mirîyên Emirîkîyan li Iraqê ewêt heyva sêh geheştine 500 kesan. Ji layekê dîve serbazêt Japonî geheştine Kuwêtê û piştî hingî dê çine Iraqê bû pişkdarî kirn li kiryarêt harîkarîyêt mruvanîyê.

XS
SM
MD
LG