Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kolonîl Harry Shoot berpirsê karûbarêt medenî yêt herêma Kurdistana Iraqê kongireka rojnamevanî gêra - 2004-01-19


Li dûşembî rêkeftî 19 meha 1 kolonîl Harry Shoot berpirsê karûbarêt medenî yêt herêma Kurdistana Iraqê kongireka rojnamevanî bo kenalêt ragehandinê gêra.

Ji layê kenalêt ragehandinê li Dihok çendîn pirsyar bo hatine araste kirin û pirsyar ji hemîyan pitir hatî kirin û evro tewerê here gerim li hemu civîn û kenalêt ragehandinê da pirsa fîdralîya herêma Kurdistanê ye.

Di dor bersivdana vê pirsyarê berêz Harry Shoot: "em ned dijî fîdralîyeta Kurdanîn û ne jî dikarîn piştevanîya wan bikeyn, belku fîdiralîya Kurd daxaz diken di Iraqa iro da gelê Kurd û desthelata Iraqê dişên vê pirsê çare biken û biryarê li ser biden. Belê me divêt bîra we bînîn ku em harîkarîya pêşmergê Kurdistanê ji bîr nakeyn jibo azadkirina Iraqê ji rijêmek dîktator û ber pirsên me jî amaje bi vê êkê kirîye. Dîsan em net berpirsîn ji mêjuya borî ya Emerîka ku hindek kar kiribin net berjewenda gelê Kurd dabin, belê em Kurêt irone û em piştevanîn bo ser bora Kurdan. Belê heta nuke Kurd dû pirtin û nebune êk. Lewra, dibêjim fîdiralêya Kurd dixazin her ya di destê wan da. Bila bibine êk da bişên ew bidestve bihêt."

XS
SM
MD
LG