Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gutara salane ya Serok Bush - 2004-01-20


Serok Bush gotara xwe ya salane li demekê direnk li roja sêşembî xwand. Serokî di wê gûtara salaneya ya rewşa welatî berevanî li şerê dijî Îraqê kir û behsê rêbazên navxwe kir û got ew bûne egera vejandina niha ya abûrîyê Emrîka.

Serok got eger Emrîka li Îraqê sernekeftiba eve bernamên çekê tev kûjê Saddam Hûssên dê her berdewam ba.. Wî her wesa rijdîya hûkmeta xwe ji bo şerê dijî tîrorê dûbare kire ve.

Sebaret rêbazên nav xwe serokî got biryarên kêm kirna bacê alîkarî kir bo bihêz kirina abûrîya welatî.

Serok Bush got welatên yekgirtîyên Emerîka li ser soza xwe ye wî karê li Îraqê dest pêkirî bi dawî bune û dest helatê bi det Îraqîyan.

Di gûtara salane ya rewşa welatî de got Emrîka û hevalbendên xwe di gel Îraqîyan û netewên yakgirtî karî dike ji bo vegûhastina desthelatê ji bo Îraqîyan û vegerandina serwerîya welatî.

Wî got bikûj û tawanbar û dûjminên azadiyê Emrîka na tirsînin bi hewlên peyda kirina tûnd û tîjîyan û tirsê li demê dîmûkrasîyet li Îraqê binecih dibe.

Berî xwendina gûtarê serok Bush di gel çend endamên civata birîvebirna Îraqê li seraya sipî kombû, di pêra serokê niha yê civatê Ednan Paçeçî di konfiansekê rojnamevanî de got civat liser soz û giftên xwe ye bo wergirtina desthelat û serwerîyê li 30 meha 6 hûzeyranê.

Heke te bivêt guh bideye dirêjiya gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG