Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nîgehban li Iranê pêşnîyaza qanuneka perlemanî red kir - 2004-01-26


Girupa 12 endamî ya pêk hatî ji melayê Islamê û dadweran daxaza guhorîna kanuna helbijardinê li demekê direng li roja êkşembî ret kir, demekê kurt piştî ew daxaza ji layê perlemanî hatîye pejirandin.

Li demê kombûneka tengavî roja êkşembî, perlemanî pêngav havêtin bo tuxubdarkirina desthelata şûreya nîgehban ku rêk girtin li berbijaran berî nuke hatîye pejirandin li pişikdarî kirina helbijardinan bikete tiştekê nekanunî.

Ev êke karê Şureya Nigehban zor zehmet dêxit bo rêk girtin li berbijaran bêy egerekê kanunî.

Şureya Nigehban got ku ev biryare serpêçiya kanuna Islamê û desturê Iranê diket. Herçende rîformxaz zorîna endamên perlemanê Iranê pêk dînin, lê Şûreya nîgehban maf hey her biryarekê vîto biket.

Demekê zutir li vê mehêda Şureya Nigehban rêk li pitir ji 3000 berbijaran girt ku zorîna wan rîforxazin li pişikdarî kirina helbijardinên perlemanî yêt meha bêt.

XS
SM
MD
LG