Lînkên eksesibilîtî

Avahîyeka yazde tebeq li Misrê herift û bi kêmîve 14 terim di bin kavilêt wê hatine der înan - 2004-01-27


Karbidestêt Misrî dibêjin kargerêt hewarçonê bi kêmîve 14 terim di bin kavilêt avahîyekê yazde tebeq da der înan piştî ew avahî li Qahîre herifyay û digel erdî texit bûy.

Karbidest dibêjin jimareka agir vemira û polîsan û xelkê sivîl hatîne kuştin û bi dehan jî birîndar bûyne.

Kargerêt hewarçonê bi berdewamî li kesêt sax digerên ku renge di nav parçêt avahîyê da asê bibin.

Karbidest dibêjin ew avahî hingî herifya demê agir vemiran bizav dikir agirî vemirînin û dibêjin polîsa şya ku piranîya akincêt avahî derbêxin ku çend sed kesek bûn bery avahî biherifît.

XS
SM
MD
LG