Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helbijartinên Dymukrata li roja sêşembî 27/01/2004 - 2004-01-28


Sînatorê Emerîkî û berbijarê helbijartinên serokatîyê John Kerry serkeftina xwe ya dûê bi destve îna li deng dana pêşî ya berêkanîyê li New Hampshir bo dest nîşan kirina berbijarê dymukrat sînatorê Wilayeta Massachusetts.

John Kerry 39 ji sedê ji denga bir û di pêra fermandarê wilayeta Vermont Howard Dean 26 ji sedê ji dengan îna.

Ceniralê xane nişîn Wesley Clark û sînatorê wilayeta North Carolina John Edwards wek hev bûn, 12 ji sedê jibo her yekê ji wan.

Di gutarên xwe piştî her serkeftinekê sînator Kerry rijdî li dymukratan dike li seranserî welatî da digel wî rawestin bo bersîng girtina serok Bush li helbijartinên giştî li meha 11.

XS
SM
MD
LG