Wezîrê Derve yê Korea Bakûr got ew geşbîne ku gera dûê ya danûstandinên çend alî digel Korea Bakûr sebaret kêşa bernamên navûkî dê li demekê zû bêt kirin.
Li Yekem konfiransê xwe yê rojnamevanî iro çarşembî, Ban Kî Mun gote rojnamevana hemû alîyên danûstandina bizavan dikin danûstandinan li meha 2 Şubatê dest pêbikeneve.
Emerîka, Çîn, Japon, Rusya, û herdû Korea karî diken bo rêxistina kombûneka nû bi mebesta dîtina çareserîyeka dyplomasî jibo bernama çekên navûkî yên Korea Bakûr.
Ew li meha 8, tebaxê, li Bêjîng paytextê Çînê bo cara dawî kombibûn û bêy bigehine çi encaman.