Lînkên eksesibilîtî

Hêzeka Japonî berev Iraqê diçit bo karubarêt mirovanîy - 2004-02-03


Êkemîn jimara hêzêt Japonê dê çine Iraqê û êkemîn care ku hêzêt Japonê diçine devereka şer dinavda piştî Cengê dûê yê Cîhanî berev Iraqê birêkeftin bo karubarêt mirovanîyê.

Nêzîkî 80 serbazêt Japonê iro û pişkdarî di rê û resmêt hinartinê da kir li girava Hokaydo.

Di pêşda iro ew hêz dê li Kuwêtê mînin bo fêrkirin û piştî hingî dê çine bajêrokê Semawe û dê bo karubarêt parzinîna avê û xizmetêt dî yêt mirovanîyê rabin.

Ev serbaze hatine hinartin piştî tîmeka pêşeng nêzîkî 36 serbaza li meha borî gehîştine Başûra Iraqê. Biryare ku nêzîkî êk hezar serbaz hêzêt heway û Behrî yêt Japonê bigehine Iraqê.

XS
SM
MD
LG