Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê berê yê lêvekolêt çekan yêt Netewêt Êkgirtî serokwezîrê Birytanî xetabar kir ku gefa Iraqê zêde mezin kirbû. - 2004-02-08


Serokê berê yê lêvekolêt çekan yêt Netewêt Êkgirtî serokwezîrê Birytanî Tony Blair xetabar kir ku gefa Iraqê zêde mezin kirbû da şerê dijî Iraqê rewa biket.

Di hevpeyvînekê de digel BBC iro Hans Blêks got ku Hikumeta rêzdar Blair belge we nîşa dabun ku renge Iraqê çekêt wêranker heyin.

Wî behsî raporta agehdarîyêt Birytanî dikir ku li meha neh sala 2002 we dyar kirî ku renge heta 45 deqîqa Iraq bişêt çekêt kîmîyay an baylocî bikar bînit û got we dyarbû ku Iraqê ew çek nebûn demê bi rêberîya Emerîka li meha sê Iraq dagîr kirî.

XS
SM
MD
LG