Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Pakistanê bo wezîrê derve yê Emerîka misoger kir ku Islam Abad dê gelek hişyar bît da nehêlit Teknelociya Navokî derbiçît - 2004-02-08


Serokê Pakistanê Pervîz Muşeref bo wezîrê derve yê Emerîka Kolin Powil misoger kir ku Islam Abad dê gelek hişyar bît da nehêlit Teknelociya Navokî derbiçît. Wezareta derve ya Pakistanê got Ciniral Muşeref roja şembî bi telefonê digel rêzdar Pawil ev helwêste misoger kir. peyvdarekê got ku herdû karbidest li ser ihtîmala serdaneka rêzdar Pawil li wextekê nêzîk axiftin. Li heftîya borî ciniral Muşeref lêxweşbun da zanyarê navokîyê Pakistanê Abdul al-Qadîr Xan piştî zanyarî pênasîn kirî ku pê zanînêt navokî dabune Iranê û Lybîya û Korea Bakûr. Rêzdar Pawil got ku rêzdar Xan pitirî herkesekê pêzanînêt navokî derêxistine û pêtivîye nehêlin pêzanînêt navokî bigehine destê hikumetêt şer-firoş.

XS
SM
MD
LG