Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Paşmelîkê Charles serdana Iraqê kir - 2004-02-09


Paşmelîkê Charels bi cil û bergêt leşkirîve êkem kes bû ji malbata melkî serdana Iraqê biket ewey heriftina rejêma Sedam Husênî. Wî serdana hêzêt Birîtanî li Besra kir.

Rewşa asayişê geleka tund bû demê wî serdana Besra kirî, û ew rojnamevanêt ligel wî nekarîn sebaret bi wê serdanê çi raporta ragehînin li demê ku ew li wêrê bû.

Di wê serdana 5 demjimêr û nîv da, Paşmelîkê Charles kombunek digel rêveberê Emerîkî li Iraqê, Paul Bremer, kir. Herwesa çavê wî bi karbidestê bilind yê Birîtanî li Iraqê Sir Jeremy Greenstock keft.

Piştî hingî wî bifirokê serdana Iranê kir û digel serokê Iranê Mohammed Khatami kombû û piştî hingî serdane bajarê Bem kir ya erdhejyan lê çêbibû.

Mîrê Birîtanya digel xaça sora Birîtanî çoyne Iranê. Li 26î meha 12 erd hejyanê piranîya bajarê dyrokî wêran kir û pitir ji 40 hizar kesa hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG