Lînkên eksesibilîtî

Celal Talebanî dibêjit pêtivîye qanuna Hikumî Fîdralîya Kurdistana Iraqê bidete xuya kirin - 2004-02-10


Li kombuna roja 9 î vê mehê ya Civata Hukmî li Iraqê bi serokatîya berêz Dr. Muhsin Ebdul Hemîd, berêz Celal Talebanî Endamê Civata Hukmî li Iraqê peyveka dirêj pêşkeş kir û têda bi aşkeray daxwazên gelê Kurdistanê êxistine berçav û got pêtivîye qanuna Hikumî Fîdralîya Kurdistana Iraqê bidete xuya kirin û têda biryar bête dan ku dest bi asay kirina rewşa Liwa Kerkuk ya berê bête kirin û hemî qezayên wê bêxine serve.

Di pişkeka dî da got heqê me yê sadeye zimanê Kurdî jî mil bimil zimanê Erebî bête pênasîn û hewesa got daxazê dikeyn ku dem lidest şînwarên vavartina regezî û Terîba bi zorî bête jinav birin û herwesa got ew Erebêt înayn divêt vegegerineve cihêt xwe û awarên Kurd û Turkuman biçineve cihêt xwe.

Heker te divêt guh bideye vê raportê ku ji layê Peyamhinêrê Dengê Emerîka Letîf Nêrwey hatîye amadekirin, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

XS
SM
MD
LG