Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Niwênerê Taybet yê UN li Iraqê rijdî kir ku ew û Ayetullah Ali Sistani net rêkeftîne li ser demê ku helbijartin bêne kirin - 2004-02-12


Niwênerê Taybet yê Netewêt Êkgirtî li Iraqê rêkeftîye ligel rêberê bilind yê Şî'an li wî welatî li ser hidê ku helbijartinên rastewxo here rêka başe bo damezrandina Hikumeteka nuî.

lê, Niwênerê Taybet, Lakhdar Brahimi, rijdî kir ku ew û Ayetullah Ali Sistani net rêkeftîne li ser demê ku helbijartin bêne kirin.

Ew ayetullah dibêjit çêdibit helbijartin ji berî 30 meha 6 bêne kirin, ew demê ku Welatêt Êkgirtî yêt Emerîka destnîşan kire bo veguhastina desthelatê bo Iraqîyan.

Li Alîyekê dîve, Jeneral John Abizaid, Rêberê hemî hêzêt Emerîkî li Rojhelata naverast li roja pênçşembî ji hêrişeka bi RPG ku bo ser karwanê wî li Felluce hate kirin, bi selametî jê verest.

XS
SM
MD
LG