Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên bilindên Iraqî û welatên hevtixubên Iraqê daxazê ji UN diken da roleka giring hebit li avakirneva hikumeta piştî şerê Iraq - 2004-02-15


Karbidestên bilindên Iraqî û welatên hevtixubên Iraqê daxazê ji Netewên Yêkgirtî diken da roleka giring hebit li avakirneva hikumeta piştî şerê Iraqê.

Wezîrên derve yên Iraqê û şeş welatên cîranên Iraqê û Misir û Behrên li Kuwêtê kom bune û iro daxaz ji Netewên Êkgirtî kirin da alîkarîya rêkxistina vekêşana hêzêt hevalbendî biket bi zutirîn dem ji Iraqê.

Wezîran got Netewên Êkgirtî tivye berpirsiyên navendîyên xwe li Iraqê dest pêbikeneve û piştevanîya nivêsîna desturî û li encamdana helbijartina û vegerandina serwerîyê bo Iraqîyan biket.

Wezîrê derve yê Iraqê Huşyar Zêbarî roja şembî daxaz ji welatên hev tixubên Iraqê kir da ewa pêçêbit biken da we neken çekdar li tixubên wana biçine nav Iraqê.

XS
SM
MD
LG