Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkirê Emerîkî li Îraqê dibêjit bi peqîna bombekê li ser cadê dû serbazêt Emerîkî hatine kuştin - 2004-02-16


Leşkirê Emerîkî li Îraqê dibêjit bi peqîna bombekê li ser cadê dû serbazêt Emerîkî hatine kuştin û pênc birîndar bûn. Di yêk ji hêrişa dijî karwanekê leşkirî da li Bexda, yêk serbaz hate kuştin û yêk jî brîndar bû. Herwesa bi peqînekê li bakûra paytextî yêk serbazê Emerîkî hate kuştin û çar birîndar bûn. Herwesa leşkirê Emerîkî dibêjît yêk Emerîkî yê medenî (sîvîl) hate kuştin û sê birîndar bûn di boseyekêda li başûra Bexda,ew Emerîkî ji komeleka olî bûn kû li Îraqê kar dikir,lê ew komel nehatîye nasandin.

XS
SM
MD
LG