Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrekê Israelî pêşnyaz kirîye ku Felistînîyan li çar deverêt Kenara Rojava veder biken - 2004-02-16


Wezîrekê rast girê Israelî pêşnyaz kirîye ku Felistînîyan li çar Deverêt Kenara rojava veder biken. Wezîrê karubarêt hatinuçonê Avîg Dur Lîbirmen dibêjit ev pêşnyaza wî jitêvla nexşa Serok Wezîr Aryêl Şaronîye ku pêşnyaz kire Israel li piranya devera Xezze bête vekêşan û li hindek parçêt Kenara rojava û hidek deverêt dagîr kirî li jêr kontrola Israelê bimînin. Şareza dibêjin we pênaçit ku pêşnyaza rêzdar Lîbirmen gelek piştevanîyê wer bigirit. Lê dibêjit eve jî we dyar diket ku ew dijî pêşnyaza rêzdar Şaronî ye ku Israelê ji Filistînîyan cuda biket. Bi alîyekê dîve karmendêt nexoşxana yêt Felestînî dibêjin serbazêt Israelî iro zelamekê Felestînî li Xezze kuşt.

XS
SM
MD
LG