Lînkên eksesibilîtî

Jimareka endamêt Civata Hukmî li Iraqê piştevanîya nexşa Emerîka naket ku hikumeteka berwext bi rêka kombunêt xwecihî bête pêkînan - 2004-02-17


Jimareka endamêt Civata Hukmî li Iraqê dibêjin ew piştevanîya nexşa Emerîka naket ku hikumeteka berwext bi rêka kombunêt xwecihî bête pêkînan. Endamêt ku nwênerîya Şî'a û Sinîya û Kurdan diken dibêjin sîstema kombunêt xwecihî cihê mişt û mirê û jêk negirtinêne. Hindek dibêjin Hevalbendîya bi rêveberîya Emerîka desthelatê bidete destê Civata nuke heta ku helbijartin têne kirin. Hindekêt dî pêşnîyaz diken ku bi rêka konfiranseka navdarêt siyasî û olî rêberîyeka nuî bête pêkînan.

XS
SM
MD
LG