Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestêt Iraqî ragehand ku wan pênc Iraqî girtîne bi tawana dest hebûnê di kuştina endameka Civata Desthelatê di sala borî da - 2004-02-17


Leşkirê Emerîkî li Iraqê dibêjit yêk serbazê Emerîkî hate kuştin û yêk birîndar bû bi peqîna bumbekê li ser cadê li roja dûşembî li bajêrokê Tile'fer li bakûra Iraqê.

Leşkir dibêjit ew serbaz digel karwanekê bû demê kerstekêt peqînê di binda peqî. Berî hingî her li roja dûşembî, dû serbazêt dî yêt Emerîkî bi peqîna bombêt ser cada li dewruberêt Bexda hatine kuştin.

Zerokekê Iraqî li dervey xandinghê li Bexda bi peqîna narincokekê hate kuştin. Bi alîyekê dî ve, karbidestêt Iraqî ragehand ku wan pênc Iraqî girtîne bi tawana dest hebûnê di kuştina endameka Civata Desthelatê li par.

XS
SM
MD
LG