Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Segutar: Axiftinêt rêzdar Bush li ser bersîng girtin li belavebûna çekêt navukî - 2004-02-19


Welatêt Yêkgirtî yêt Emerîkî jimareka pêngava pêşnyaz kirye da nehêlin çekêt wêranker belav bibin. Tirsa hindê heye ku çekêt kîmyawî, baylocî an jî navukî bikevine di destêt tîrorîstada an jî rijêmêt bê qanun ku we heye ziyanê bigehînine Emerîka û welatêt dî.

Serok Ceorge W. Bush dibêjit ev çeke gefeka micide. Rêzdar Bush dibêjit: "Emerîka bi çavêt vekirî û bê sistî bersîngê vê xeterê digirit. Baştirîn pêzanîn û agehî pêtivîne da di şerê dijî tîrorê da ser bikevîn û nehêlin ew çek belav bin. Vêca em pêzanîn û agehêt xwe baştir dikeyn beramberî gefêt nuî. Em hemî rêkêt dyplomasî bikar diînîn bo ber sîng girtina rejêmêt ku çekêt wêranker çê diken. Em hevkarîyê digel pitir ji 12 welatan dikeyn bo parastina belave nebûna çeka da ber sîngê veguhastina kerestêt van çeka bigirin, çi bi rêka erdî yan behrê û yan firoka."

Herwesa Emerîka bi hişyarî çavdêrîya kesêt ku kereste û şarezayîya çekêt wêranker li bazarê reş difiroşin. Ew tora ku serokê berê yê bernama navokîya Pakistanî Ebdul Qedîr Xan î birêve dibir hate helweşandin. Vê torê hevkarî li Malîzya û jimareka welatêt Ewrupî û Rojhelata Naverast û Efrîqa hene.

Ebdul Qrdîr Xan û hevkarêt wî teknolojya çekêt navokî firotibune Lîbya û Iranê û Korea Bakûr. Herwekû serok Bush dibêjit eve tinê yêk nimuneye ka boçî pêtivîye welat kiryarekê biket.

Rêzdar Bush dibêjit: " Li payiza borî min li UN biryareka nuî bo Civata Tenahîyê pêşnyaz kir da pirsa belave kirina çeka bikene guneh karî û zêrevanîyeka hişyar li ser firotina wan keresta danin û kerestêt hesas dinav welatêt xweda baş biparêzin. Min ji Civata Tenahîyê xast da zuî bizuî van pêşnyaza derbaz biket."

Serok Bush dibêjit Welatêt Yêkgirtî yêt Emerîkî bê dû dilî dê berevanîyê li Welatêt azad ket û dê bersîngê xetera vî serdemî girît.

XS
SM
MD
LG