Sikirtêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî Kofi Annan got helbijartin li Îraqê ne mumkînin berî vegûhastina desthilatê ji bo Îraqîyan.
Belê wî got Netewên Yekgirtî dê alîkarîya Îraqîyan bike bo dîtina rêkeka dî bo destnîşan kirina hûkmeteka demî.
Îro pênçşembî, berêz Annan li New York got tivya rêz li biryara diyarkirna roja vegûhastina desthelatê ji hevalbendîya Emerîka bo Îraqîyan bête girtin.
Wî got jî hûkmetaka demî dê bêt pêk înan û dê digel şarezayên Netewên Yekgirtî karî bike bo rêkxistina helbijartina li paşerojê.
Li Baxda, birêveberê Emerîkî li Îraqê, Paul Bremer, got gûhorîn di nexşeyê Emerîkî de mumkîne sebaret pêkînana hûkmeteka demî, belê Emerîka dê li ser soza xwe bimîne bo vegûhastina desthelatê li 30 meha 6 hûzeîranê.