Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Iranê da zanîn ku wê bazirgan bi kar înaye bo peyda kirina teknelojya navokî - 2004-02-22


Roja yêkşembî, Iranê da zanîn ku wê bazirgan bi kar înaye bo peyda kirina teknelojya navokî.

Peyvdarê Wezareta Dervaya Iranê Hamid Riza Asifî dibêjit hindek ji navbera di vê bazirganîyê da ji nîva qara Hindistanê bûn.

Berêz Asifî dibêjit: "Û me di wextê xweda Ajansa Hêza Etumî ya Nav Netewey agehdar kirbû." Iran dibêjit ku ew bernama xwe ya navokî bo çêkirina hêz û têhnê bikar tînit neku bo çêkirina çeka.

Lê Ajansa Hêza Etomî ya Navnetewey rexne li Iranê girtîye ku gelek hevkarî nekirîye bo vekolînê li ser sazgehêt wê yêt navokî. Û dibêjit wê nexşêt Iranê peyda kirîne ku belgene li ser kerestê P-2 ku bo zaxkirina yoranyomê tête bikar înan. Iranê pênasîn kirîye ku kerestê P-1 yê pêşkeftî tir hebuye.

Berêz Asifî behis nekir ka çi amîr û kereste bo bernama navukî ya Iranê bi rêkêt ne qanunî ji bazirgana kirîye. û got ew nizanit ka bazirgana ew amîr li kîve înane.

Herwesa wî gotina Ajansa Hêza Etomî ya Navnetewey red kir ku dibêjit Iranê teknolojya zax kirinê veşartibû.

Berêza Asifî got: "Sebaret kerestê P-2 me Ajansa Hêza Etomî ya Navnetewey di wextê xwe da agehdar kiribu û herweku min berî nuke gotî ku ew kereste bo vekolînê bû nebo tiştekê dî û me ajans agehdar kiribû."

Pêzanîn li ser xeleka belave kirina kerestêt navokî li başûra Asya aşkera bû piştî zanyarî navokîyê Pakistanê Ebdul qedîr xan pê nasîn kirî ku pêzanînêt navûkî dabuye Iranê, Lîbya û Korea Bakûr di nav vê tora bazirganîya navokî dane.

Malîzîya jî di nav daye ku kardarekê Sirîlanka pênasîn kirî ku bayê sê milyon dolara teknelojya zax kirina navokî li salêt 1990 dabû Iranê.

XS
SM
MD
LG