Lînkên eksesibilîtî

Hêzêt leşkerê Pakistanê bikêmîve 20 bergumanêt milîtanêt byanî girtin - 2004-02-24


Karbidestêt pakistanê dibêjin hêzêt leşkerî bikêmîve 20 bergumanêt milîtanêt byanî girtîne di hêrişêt xweda, li deverêt nêzîkî tixwîbê Afxanistanê.

Hêzêt Pakistane bi piştevanîya hêlikoptera evro hêriş kirne ser jimareka gunad li devera wezîristanê nêzîkî 50 kîlometran li başûra rojava Islam Abadê.

Peyvdarekê leşkirî got girtina van kesa piştrast diket ku milîtanêt byanî li wê deverê hebûn.

Li nasnama wan kesa dyar nekir û dibêjin tivya dipêşda leşkir vekolînê biket.

Karbidestêt Emerîkî awey mêje şik û gumanê diken ku rêberêt serekî yêt Alqa’de bixwe renge xwe li wê deverê veşartibin.

XS
SM
MD
LG