Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîkoptereka leşkirê Emerîkî li rojava Iraqê kefte xwarê û dû kes têda hatine kuştin - 2004-02-25


Helîkoptereka leşkirê Emerîkî li rojava Iraqê kefte xwarê û dû kes têda hatine kuştin.

Qumandarê leşkirê Emerîkî li Bexda piştrast dike ku helîkoptereka wan li nêzîk bajarê Hedise kefte xwarê li ser rubarê Furat, 200 kîlometran başûra rojava Bexda.

Renge kefte xwara wê ji ber egerêt teknîkî be. Ajansa peyamhinêrên Associated Press ji zarê xanimekê xelkê bajarî ragehand dema gotî wê dyt teqe li helîkopterê hatî kirin, belê raporteka pêşîn ya ajansa royter dibêjit renge helîkopter bi têla kehrebê keftibit.

XS
SM
MD
LG