Lînkên eksesibilîtî

Sergutar: Gorên bikomel li Iraqê. - 2004-02-26


Heta berî salekê, qanuna bitinê li Iraqê li dû hewes û dilê Sedam Husênî bû. Iro Hevalbendîya Birêveberîya Emerîka karî digel Civata Birêvebirina Iraqê dike bo danana binaxekê desturî bo yasayên mafê medenî.

Serok George W. Bush got: "Iraqî roj bo rojê pêşveçona berev dymukrasyetê dikin." Serok Bush dibêjit: " Hevwelatîyên Iraqê êdî ji polîsê veşartî û taybetê dyktatorê Iraqê natirsin yan êdî tirsa hindê nyne dawya wan di gorên bikomel dabe. Jurên eşkence danê hatine girtin. Ji jimara 55 karbidestên rejêma berê ya Iraqê, me 46 jiwan yan girtîne yan kuştîne."

Tawanên Sedam Huseynî dijî xelkê Iraqê keftine jêr vekolînên li ser xwe. Ewey derêxistina rejêma Sedam Huseynî li meha 5 gulana sala 2003, 270 gorên bikomel û giştî hatine ragehandin. Heta nîva meha yêk kanuna dûê ya sala 2004 pitir ji 50 jiwan gora hatine piştrast kirin.

Hindeka jiwan bi dehan laş têde bûn. destên wan pêkve girêday û paşmayan guleyan di serê wan de ma bû. Di hindek gorên dî de bi dirêjahya sedan metran hezaran laş têde bûn. ji nav wan mirya Kurd û Şî'e û Sunî bûn û herwesa hevwelatîyên Misrê û Kuwêtê û Iranê bûn.

Şivanekê bi navê Sitar Xelef lêvekolên Komela Çavdêrîya Mafê Mirovan agehdar kirin li ser gorekê jiwan li nêzîk bajarê Besre. Berêz Xelef gote wan li Bihara sala 1999 wî beldozereka mezin dît sê çalên mezin kolan û rojekê dipêra, wî otobîs dîtin 80 heta sed girtîya li wî cihî danan. Ew girtî bi rêz li pêş wan çala rawestandin û teqe li wan kirin û beldozerê zibil û ax bi ser termên wan da kirin.

Welatên Yêkgirtîyên Emerîka û Netewên Yêkgirtî û rêkxistîyên çavdêrîyê ya mafê mirovan texmîn diken ku rejêma Sedam Huseynî sedan hezar kes kuştine.

Raporteka belav kirî ji alîyê ajansa Emerîkî bo peşvebirinên Nîvnetewey xweya diket, dema ev jimare bêne piştrast kirin eve dê bêne hejmartin weka tawanên dijî mirovatîyê, her bi wê awayê Jînosayda sala 1994 li Rowanda, û kuştina Cotyarên Kembodya li Pol Pot li salên 1970 an Helekost( qir kirina Cuhîyan li Ewrupa li ser demê şerê dûê yê Cîhanê).

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

Ev gutare bîr û boçuna Hikumeta Welatên Yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG