Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Afganistanê Hamid Karzai got milîtanên Alîgirên hikumeta ladaya Taliban êdî gefê dirust nakin - 2004-02-26


Serokê Afganistanê Hamid Karzai got milîtanên Alîgirên hikumeta ladaya Taliban êdî gefê dirust nakin.

Dema li konfiranseka rojnamevanî ya hevpişk li Kabul iro pênçşembî digel Wezîrê Berevanîya Emerîka Donald Rumsfeld diaxift, berêz Karzai got hikumeta wî çi vejandinên nuî yên Taliban li Afganistanê nabîne û ew wesa bawer dike ew êdî weka bizavekê nemane.

Berêz Rumsfeld piştî seredaneka bajarê Kandahar li başûr iro gehîşt Kabul. Wezîrê Derve yê Emerîka li Kandahar seredana bingehê leşkirê Emerîkî kir û digel qomandar û serbazan kom bû.

Seredana berêz Rumsfeld li wî demîye ku hêzên Emerîkî û aştî parêzên Nîvnetewey divên cihê karê xwe li Afganistanê berfirehtir bike bo ragirtina milîtanên çekdar.

XS
SM
MD
LG