Lînkên eksesibilîtî

Sergutar: Mafên mirovan li Iraqê. - 2004-02-29


Avahîyeka berê ya rejêma Sedam Huseynî bo wezareta berevanîyê bikar tîna nuha bo mebesteka dî tête nujen kirin. Ew ji bo wezareta mafên mirovan ya Iraqê hatye terxan kirin. Wezîrê Mafê Mirovan Ebdul Basit Turkî got jiber pêk hatina rejêma berê, çi mafên mirovan nebûn.

Berêz Turkî got wezaret dê navendekê dane jibo hîn û fêrkirina hêzên polîsî û dadwerên Iraqê. Karmendên Iraqê li wezareta mafê mirovan çarenivîsê sedan hezar hindabûn yan li ser demê rejêma Sedam Huseynî tomar dikin, herwesa tevaya gorên bikomelên hatîn eşkere kirin.

Buşra el-Obeydî, lêvekoleka wezaretê got yêk jiwan gora pirî termên zarokan bû û nîşan û belgên hatîn kom kirin di vê gorê de dê hêne bikar înan dema dadgeh bêne danan.

Wezareta Mafê Mirovan herwesa amade karîyan dike bo dariştina ragehandina mafê mirovên Iraqê. Pêk înana rêkxistyên mafê mirovan li seranserî welatî han didet. Yêk jiwan rêkxistîya komkara zîndanîyên siyasîye ewa belge name kom kirîn sebret rengên eşkence danê ji alîyê rejêma Sedam Huseynî ve û kuştina cuda byrên siyasî.

Endamekê wê komelê got min cehenem dyt. Belê hêşta ez saxim û herwesa got me dyskek amade kirîye û dê hête belave kirin û cîhan dê bîne ka çewa Sedamî tawan û gunehkarî dikirin.

Birêveberê desthelata demî ya hevpeymana li Iraqê Paul Bremer got wezareta mafê mirovan ya Iraqê dê xizmetê bike bo çavedêrî kirina zêdegavîyên hikumetê û dê alykarî be bo xizmet kirin û parastina xelkê. Berêz Bremer got ew wezaret dê pişkek be ji hikumeteka xudan serdarî li Iraqê.

Berêz Bremer dibêjit: " Ew hikumet divêt li dû qanuneka demê veguhastinê biçît ku mafên binaxeyê bi parêze û jyaneka tena ya siyasî berdest bike. Li jêr wê qanunê Iraqîyan dê mafê azadîya axiftinê hebe, azadîya civîn û kom buna û azadîya bawerên olî. Hemu Iraqî dê wek hev bin hemberî wê qanunê. Evca ew ji çi nijadî bin, ji çi olekê bin, jin bin yan mêr."

Wezareta nûî ya mafê mirovan nîşaneka gelek dyare jibo pêk înana dezgehan, û berpirsyarîya xwe wer girin.

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

Ev gutare bîr û boçuna Hikumeta Welatên Yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG