Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heta sipêdeya roja yêkşembî danustandin her di berdewam bûn sebaret bi desturê nuî yê Iraqê. - 2004-02-29


Peyvdarekê Civata Desthelatê gote dengê Emerîka ku heta sipêdeya roja yêkşembî danustandin her di berdewam bûn. Hamid al-Kifaey dibêjit endamêt civatê heta %95 nêzîkî rêk keftina dumahîyê bûne. Herdemê pêş nivîs hate darêjtin, tîmeka qanunî dê pêdaconê ket bo darêjtina zimanê rêkeftinê. Hindek endamêt dî yêt civatê dibêjin çaverê tête kirin ku iro direng kombuneka dî bête kirin bo yêkser kirina jimareka pirsêt dî ku hêşta jêk negirtin li ser hene.

Gelek jêk negirtin û cudayî dinav civatê da hene li ser jimareka pirsêt serekî, weku rola Islamê di systema qanunî da û mafêt jinan û awayê serokatîya dewletê hewesa daxazêt Kurdan ku otonomîya deverêt wan li bakûr berdewam bibit. Endamêt parêzyar di civatê da dixazin ku şerî't binaxê systema qanunê bît. Û endamêt elmanî qayil nîne li ser wê daxazê. Birêveberê Emerîkî li Iraqê Paul Bremer gotîye ku dê navê Islamê dinav desturî da hête dyar kirin weku olê piranîya xelkê Iraqê. Lê we dyar kirîye heke desturê berwext hikumetê bi şerî'têve girê bidet, renge ew vîto biket.

Êvarîya roja yêkşembî, endamê civatê Mouwafik al-Rubaie dazanîn ku jêk negirtin hene. Lê gote peyamhinêran ku endmêt civatê berev çareyeka navincî diçin. Roja yêkşembî moleta domahîyê bû bo darijtina desturê berwext, lê hêşta çi rêkeftin li ser nehatîyne kirin.

Karbidestêt Emerîkî got paş êxistina rêkeftinê li ser desturî heta çend rojeka tivya çend egera nekene ser muleta vegerandina desthelatê bo destê Iraqîyan li 30 meha şeş ( Xizîranê )her wekû li meha yazde li ser rêkeftîn. Heta heke heta yêk dûêt dî rêk keftin li ser destûrê berwext bête kirin. Endamêt Civatê dibêjin rê û resmêt mor kirinê heta roja çarşembî na hêne kirin. Ewjî piştî Aşura Şî'an bi dumahî têt ku byrhatina şehîd kirina nevîyê Muhemed Pêxemberî ye.

XS
SM
MD
LG