Emerîka û Pakistan bizavên xwe zêdetir kirye bo girtin an kuştina rêberê el-Qa'de Osame bin Ladin ku we bawer dihête kirin xwe li herêma tuxuba li nav bera Pakistanê û Efganistanê veşartîye.
Li raportekê ku li rojnama The New York Times hatîye belave kirin hatye ku serok Bush bi xwe pilana zêde kirina geryanê li du rêberê tîrorîstî pejirandîye.
Wê rojnamê gotina karbidesên bilind yên Emerîkî belave kirye ku gotye serokê Pakistanê Pervez Musharaf li ser soza xwe mukime bo girtina endamên xastîyên el-Qa'de û Talibanê.
Hijî gotinêye ew komandoyên Emerîkî ku Sedam Huseyn girtin li Iraqê berev Efganistanê diçin bo geryanê li du Osame bin Ladin û rêberê berê yê Taliban, Mela Muhemed Omer.