Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Rêveberîya Iraqê li ser desturekê demkî qayil bû. - 2004-03-01


Civata Rêveberîya Iraqê li ser desturekê demkî razî bû piştî li danustandin dirêj jêk negirtinên serekî li nav bera 25 endamêt civatê hate çareser kirin.

Ew belge ku wesa pêşbînî dihête kirin roja çarşembî bihête mor kirin, Islamê bi yêk ji jêderên qanunê dite nyasîn, lê ne bi jêderê serekî her wekî ji layê hindek endamên civatê hatibuye daxaz kirin.

Herwesa bi systema fydralî razî buye ku dê rêkê dete Kurdan bo nuha berdewam bin li xwe rêvebirinê, lê bo paşerojê ev kêşe hêlaye ji layê Civata Nîştiman ya helbijardî bihête çaverê kirin.

Herwesa desturê demkî rêkê didete jinan ku pitir ji 25 ji sedê li kursîyên perlemanî bi destve bînin û daxaza encam dana helbijartinan diket li dumahîya vê salê an li berahîya sala bihêt.

XS
SM
MD
LG