Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çend peqînkarî yên tîrorîstî hatine kirin li roja Aşûra li Iraqê. - 2004-03-02


Komelêt qerebalxêt Şî'an li cih û deverêt olîyêt bajêrêt Bexda û Kerbela li hevdû kom bûn bo gêrana rê û resmê roja dawîya Asûra, çend peqîna ew roja wan şêl û pêl kir. Nivêşkerên guhişî ku li mizgeftan li hevdû xir bibun bi tirs û lerzî veperitîn. Rizgarbûyên karesatê taqimên nemusilman û biyanî bi kiryarê gunehbar kirin û dibêjin bi tinê bê ol û bê îman dişên li rojeka pîroz kiryarên wesa bikin. Lê mezintirîn hêrişêt bumban li van heyvêt dumahîyê ji alîyê musilmanêt Iraqîve hatine kirin ku heta nuha çi ber pisyarîya xwe nedaye xweya kirin. 5 peqîn karî li cihêt olî yêt Kerbela û 4 li cihêt olî yêt serekîyêt Şî'an li Bexda hatine kirin û bumbeyeka çandî li jêr otombêla karmendêt desgeha ragehandina el-Cezîre hatîye peqandin li dev avê û nêzîk mizgeftekê. Piştî derbaz bûna pitir ji 30 salan eve cara yêkêye ku Şî'an bi rengekê giştî aşûra digêran. Sedam Huseyn gêrana rê û resmê wan bi giştî berbend kiribû.

XS
SM
MD
LG