Harîkarekê mêje yê rêberê Felistînê Yasir Erefatî bi teqe kirina hindek çekdarêt nenaskirî li bajarê Xezze hate kuştin.
Dydevanêt Felestînî dibêjin hindek çekdarêt seruçav dapoşî teqe li Xalid el-Zabin kir iro li dervey mala wî.
Karbidestêt nexoşxanê dibêjin jimareka gula vê keftye û demekê kurt piştî gehandye nexoşxanê mir.
Kesê berpirsyara xwe beramberî hêrişê dyar nekirye. Bi Alyekê dyve Xalid el-Zabin xudanê govareka Felestînî bû ku li ser karubarêt Felestînî û mafêt mirovan di nivêsî û gelek caran şyretvanî bo rêzdar Erefatî kirye.