Li Iraqê karbidest radgehînin iro sipêdehya roja pênçşembî bingehekê polysan li Bakûra bajêrê Musil kete ber hêrişê û bi kêmîve sê kes birîndar bun.
Ji zarê polysan tête ragehandin ku xirabkaran çend narincok bi ser bingehekê polysan û mizgefteka li nêzîkî wê weşandin û bi lez dur ketin .
Karbidest dibêjin herdem û dest polysan dormandorêt wê deverê girtin û dest bi lêgerhanê kirin. Ev rengê taqimê xirapkaran hirişan li dijî wan polysa û hêzêt tenahîya Iraqî rêk êxistin ku ji alyê hevalbendîya birêveberîya Emerîka hatine dest nîşan kirin ji berku ew alyên serekîne di nexşeya vegerandina serdarîya Iraqê li heyva 6 Xezîranê.
Karbidestêt Emerêkê paşmayêt rejêma derçoy û tîrorîstêt byanî bi van kiryaran gunehbar dikin.