Lînkên eksesibilîtî

Hewla nû ya helbijartina serok Bush iro pençşembî dest pêkir - 2004-03-04


Hewla nû ya helbijartina serok Bush iro pençşembî dest pêkir bi belav kirina rîklama li ser telefizyonên 17 wilayetan.

Şareza pêşbînî dikin berêkanîya ev sal ya serokatîyê li meha 11 çirya dûê gelek nêzîk hevbe. Hem Serok Bush û hem hevrikê wî Synatorê Wilayeta Massachusetts John Kerry daxwaza diravî ji piştevanên xwe diken li demê hewla helbijartinên giştî li bere dest pêbiken.

Di rîklama telefizyonê ya serok Bush de hindek wêne yên hêrişên 11 September hatine bikar înan. Belê ew çend bibû cihê nerazîbûna Yêketîyeka Navnetewey ya Medenîyên agir vemirandinê ku ew serok Bush î xetebar dikin demê derdeserîyeka wesa mezin bikar dihîne bi mebestên siyasî.

Şyretvanên Serok Bush dibêjin, ew rêberatîya bihêza serok Bush xweya diken piştî wan hêrişa.

XS
SM
MD
LG