Endamekê bilindê Civata Rêveberîya Iraqê dibêjit ew digel rêberê bilindê Şî'an li Iraqê gehîştine rêkeftinekê li ser desturî û ew dokument roja dûşembî dê hête mor kirin.
Piştî kom bunê digel Ayetullah Ali el-Systanî, Mufeq el-Rubey'î ku Şî'eye got ew rêkeftin dê rêkê dete endaman qanuneka binaxe ya nuî bo Iraqê mur biken. Lê wî zêde basê rêkeftinê nekir.
Rê û resmê morkirina desturî roja eynî hate paş êxistin demê 5 endamên Şî'ên civatê berhelistana xwe ragehand piştî Ayetullah el-Systanî we bawer kir ku desturê demkî dê destehateka fireh dete Kurdan.