Li paytextê Iraqê bumbeka çandî peqî û bû egerê kuştina serbazekê Emerîkî.
Peyvdareka leşkirê Emerîkî li Iraqê dibêjit ew serbaz digel karwanekî leşkirî li bajêrê Beqube ra di borî demê kete ber hêrişê û gyanê xwe ji dest da.
Her di wê hêrişê da serbazekê dîjî hate biryndar kirin. Li demekî zuî sipêdêhîya roja şembî polîsê Iraqî ragehand ku renge serbazêt Emerîkî biban armanca hêrişeka narincokêt bi dest dirust kirî ku bi avahîyekê hikumetê ketibî li bakûra bajêrî Musil ku têda sê polîsêt Iraqî hatine kuştin û 7 jî birîndar bun.