Lînkên eksesibilîtî

Jineka genc ya Felestînî hate kuştin li demê ku hêzêt Israelî bajêrokê Cenîn dagîr kir - 2004-03-09


Şahidêt Felestînî dibêjin di lêkdanekêda nav bera hêzêt Israelî û Felestînîyan li Kenara Rojava jineka genc hate kuştin. Jina Felestînî ya 23 salî li mala xwe bu ku evro guleyek vê keft demê hêzêt Israelî bajêrokê Cenîn dagîr kir.

Şahid dibêjin hêzêt Israelî li duv milîtana digeryan demê teqe hatine kirin.

Li heman dem, serok wezîrê Felestînî Ehmed Qureye li Nerwîcê careka dî aloz buna xwe dyar kir beramberî berdewam buna Israelê li ser ava kirina dywarê parastinê li Kenara Rojava û got renge avakirina wî dywarî hîvî yêt çareser kirina kêşa Felestînê û Israelê bo danana dû welatan ji nav berit.

XS
SM
MD
LG