Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gerek di nav Hilbijardinên Serokitya Emrîka de - 2004-03-10


Beşê Kurdî ya Dengê Emrîka heta nuha du rapor, li ser hilbijardinên nav Partya Demokrat, ji bo diyarî kirina kandidayekî ji bo hilbijardinên serokitya Emrîka di meha yanzdan (11) de li dijî Serok Bush ê Komarî, dane.

Em nuha rapora sêhemîn pêşkeşî we dikin-

Paş rapora yekemîn, di 3/2 (sisyê meha duan de), me hûn agadar kirin ko Senator Joseph Lieberman xwe paş de da, û di rapora duan de di 16 meha duan de me hûn agadar kirin ko General Wesley Clark xwe paş de da. Û paş hilbijardina 17 meha 2 li wilayeta Wisconsin, Fermandarê berê ya wilayeta Vermont Dr. Howard Dean, paş ko pir bi hêz bû berî destpêka hilbijardinên nav Demokratan li wilayeta Iowa li 17 meha 1, xwe paş de da -ji ber hêvî ya wî di hilbijardinên wilayetên Washington û Wisconsin de bi dî nehat û nebirin.

Paş xwe vekişandina Howard Dean pişbirka yan berîkanî ya nav demokratan di nav Senatoran John Kerry yê Massachusetts û John Edwards ê North Carolina mabû. Digel ko Keşe Al-Sharpton û endamê Civata Nwêneran Dennis Kucinich di hilbijardinan de mane, lê dengên wan pir kêmin û nikarin hevberî ya John Kerry û John Edwards bikin.

Heta hilbijardinên doh şev di 2 meha 3 de, ko jêre tê gotin “Super Tuesday”, Senator Kerry 18 ji 20 hilbijardinên wilayetan ye destpêkê (ango “Primaries”) yan civinên dengdanê (ango “Caucus”) biribûn, ko piştivanî ya 771 nwênerên demokratan bi dest anî bûn. lê Senator Edwards yek (1) wilayet bir ew jî South Carolina bû û di hemû wilayetên heta nuha piştivanî ya 221 nwêneran bi dest anî ne.....Keşe Sharpton tenê 16 nwêner bi dest anîn û rezdar Kucinich 9 nwêner.

Doh bi şev di roja “Super Tuesday” de di 2 meha 3an de, hilbijardinên destpêkê (ango “primaries”) li 9 wilayetan û yek (1) civîna dengdanê (ango “caucus”) li wilayeta Minnesota, di nav endam û piştivanên partî ya demokrat de bûn.

Encamên hilbijardinên doh ya “Super Tuesday” (ango “Sêşema Super” ko li 10 wilayetan bûn) di demekî kurt de paş dawî anîna dema dengdanê diyar bû ko Senator Kerry 9 ji 10 wilayetan birin û karmendên Senator Edwards dane xuyanî ko Îroj wê belav bike ko ji hilbijardinan vedikşîne û pîrozbayî li Senator Kerry kir.

Herwiha, Serok George W. Bush jî telefon ji Senator Kerry re kir û pîrozbayî lê kir....Pêwiste bê gotin ko Serok Bush û Senator Kerry hevalê demê xwendinê ne li zankoya “Yale” li Emrîka û endamê yek civatê bûn di wî demî de.

Lê Senator Kerry di gotina xweyî fermî de, paş birina hilbijardinan, hêrişekî tund bire ser rêbazên Serok Bush, nemaze rêbaza derveyî welat û got- “birêvebirina Bush xeraptirîn rêbaza derve ya bêcih, ji xwe razî, têkder u tije ideologî di diroka Emrîka ya nuh de bi rêve biriye û emê wê bighurin”.

Piranî ya şarezayên siyaset û hilbijardinên Emrîka dibêjin ko nedûre Senator Edwards bibe cêgire serok digel Senator Kerry de....û piranî ya demokratan vêya dixwazin û wê baştirîn ticket be ko ji Serok bush bibe.

Şareza herwiha dibêjin ko di hela dîrokî de hîn zûye bo danana cêgirekî serok di hilbijardinan deç

Hinek şarezayên din dibêjin ko eger hilbijardin iroj bibe, wê demokrat hilbijardinê bibin. Lê, hîn 8 mehê din mane ji bo hilbijardinan û nedûre hinek karesat u fakter rola başkirina rewşa Serok Bush bibînin wek- girtina Osama Bin Laden, Dadgeh kirina Saddam Hussein li ser televizioyonê, yan başbûna rewşa aborî û bê karî yê li Emrîka, berî hilbijardinan.

Gelek şarezayên hilbijardinên Emrîka dibêjin ko Senator Edwards û Fermandar Dean rolekî mezin dîtin di xistina ger ya genc û hejarên piştivanên demokratan, herwiha dibêjin ko partî ya Demokrat ji hemû demekî dinî dîroka xwe de yekgirtî tire û bi hêze.....û ev jî ji ber hemrî ya Bush û ji destdana hilbijardinên Serokityê li Emrîka di sala 2000 de, ji alî wan ve, li wilayeta Florida.

XS
SM
MD
LG