Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

13 peqîn li demên lêk nêzîk li Ispanya qewimîn - 2004-03-11


Serek Wezîrê Ispanî Jose Maria Aznar soz da ku karbidestên hikumetê dê wan tîrorîstên berpirsyar ji jimareka peqîna iro li Medrîdê bînin pêş dadgehê.

Peqîn iro pençşembî li paytextê Ispanî bi kêmî 190 kes kuştin û nêzîkî 1200 kesêt dî biryndar kirin.

Karbidest dibêjin 13 peqîn di demên lêk nêzîk di nav yan li nêzîk 3 navendên şemendefera da peqyan. Ev serhatîye dibe bi tinê sê roja berî helbijartinên giştî.

Heta nuha kes berpirsyrîya xwe ji peqîna xweya nekirye, belê wezîrê navxwe yê Ispanî Angel Acebes got wî guman nîne ku komela ETA ya Basque ya cudahî xwaz berpirsyar bin ji peqîna. Belê rêberê siyasî yê parta Basque bi navê Batasuna wê xetabar kirinê mandel dike û dibêjit Erebên li welatî dijyn berpirsyarên ji peqîna.

XS
SM
MD
LG