Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevwelatîyeka Emerîkî hate girtin bi tawana casusîyê jibo rejêma laday ya Iraqê. - 2004-03-11


Dadpirsên Fydralî li Emerîka dibêjin hevwelatîyeka Emerîkî hate girtin bi tawana casusîyê jibo Iraqê. Susan Lindauer iro pençşembî li mala xwe li Takoma ya wilayeta Maryland nêzîk Washington hat girtin.

Xetabar kirneka dadgehê Xanim Lindauer tawanbar kir ku weka karmendeka dezgeha istixbarata Iraqê kar dikir û bazirganya diravî ya bend kirî digel hikumeta serokê ladayê Iraqê Sedam Huseyn dikir.

Dadpirs dibêjin Xanim Lindauer digel endamên dezgeha istixbarata Iraqê kom buye dema bi karê Netewên Yêkgirtî radibû di nav bera salên 1999 heta 2002.

Ew dibêjin Iraqîyan nêzîk deh hezar dolar bertîl dane jibo xercîya xanim Lindauer. Eger ev tawan li ser xanim Lindauer pişt rast bun eve dê 25 sala bête zindan kirin.

XS
SM
MD
LG