Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Iranê xwenîşandan kirin bi helkeftina pênasînê bi mafê Kurdan di qanuna nuî ya birêvebirina Iraqê de - 2004-03-11


Li Iranê nêzîkî sed Kurdan hatine girtin piştî xwenîşandanan bi helkeftina pênasînê bi mafê Kurdan di qanuna nuî ya birêvebirina Iraqê de.

Jêderêt xwecihî pişt rast dikin li demekê zutir şer di nav bera Kurdan û hêzêt parastinê li rojava welatî qewimîn.

Qanuna nuî ya Iraqê desthelateka xwecihî didete sê herêmên Kurdan li bakurî û pênasînê dike ku zimanê Kurdî yêke ji dû zimanên resmî yên welatî ye.

Hikumeta Iranê keyif xweşya xwe dyar kir bi mor kirina qanuna bi rêvebirina Iraqê belê berî nuha wî xema xwe dyar dikir sebaret nyazên Kurdan bo welatekê serbixwe.

XS
SM
MD
LG