Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport ji bakûra rojhilata Sûriya radigehînin kû çend kes mirine di şeran de li nav û li dervey yarîgeheka topapê li bajarê Qamişlo - 2004-03-12


Ajansa peyamên Fransî ji radyoya Sûrîya radgehîne dema gotî Sê zarok mirin û çendên dî birîndar bûn di tûnd û tîjîyanên îro heînî de nêvbera temaşevanên herdû alîyan.

Belê yek ji xelkê Qamişlo gote Radyoya Dengê Amêrîka VOA – Pişka Kûrdî kû çend kesên dî zêdey wan Sê zarokan hatine gûştin û nêzîkî Seda birîndar bûne.

Wî got şerî dest pêkir dema endamên tîmê mêvan - Dêralzûr - dirûşim bo piştevanîya serokê berê yê Îraqê Saddam Hûsên gotîn. Wî şahîdî di hevpeyvînekê di gel Dengê Amîrîka got tîmê fûtbola Qamişlo kû piranîya xelkê wê Kûrdin persiva wan dirûşmên azirandinê dan . Wî got jî şer berdewamin li yarîgehê û agir berbûye çend avahî û otombêlan.

XS
SM
MD
LG