Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Dymukrasyet li Iraqê. - 2004-03-15


Qanuna nuî ya birêvebirina dewletê bo demê veguhastinê yan desturê demî yê Iraqê serkeftin bû bo gelê Iraqê. Serok George W. Bush got ew belgename pêngaveka giring bû berev damezrandina hikumeteka serbixwe ya Iraqîyan li 30 meha şeş huzeyranê.

Serok Bush got jî ew pêngava rêkê xweş dike bo encam dana helbijartinên dymukratîk û pêk înana desturekê nuî ku dê bête dariştin ji alîyê civateka helbijartina Iraqîyan û dê xelkê Iraqê razî buna xwe li ser bide.

Serok Bush got "Ew qanun dê berevanîyê ji mafê azadîya axaftinê û kombunên bi aştî bike. Berevanîyê ji mafê pêk înana partên siyasî rewa be û mafê azadîya olî her yêk li dû bawerî ya xwe. Ew qanun her wesa dê mafê azadîya bazirganîya bilez azad û vekirî misoger bike. Êdî ew tirs li cem Iraqîyan namîne li nîve şevê polîsên nepenî dergehên wan bi qutin."

Desturê demî yê Iraqê hate qebul kirin piştî miştumireka gerim ji encama pêk hatina endamên Şî'eyan nav Civata birêvebirina Iraqê de. Yêk ji babetên miştumira ew bû bendeka qanunê dibêje eger dû ji sêkîya sê ji 18 parêzgehên Iraqê li ser desturê herdem razî nebû eve ew destur na kefte karî. Xelkê sê ji parêzgehên bakûra Iraqê Kurdin.

Adil Ebdul El Mehdî yêke ji rêberên civta bilinda şwreya Islamî ya Iraqê dibêje: Şî'eyan destur mor kir ji pêxemetî yêk buna welatî. Mesoud Barzanî, endamekê Kurd di Civata Birêvebirina de, got desturê demî dê yêk buna Iraqê hind qayim bike, berî nuha qet wesa qayim nebuye. wî got jî eve cara yêkêye Kurd hest dikin ew hevwelatîyên Iraqêne.

Ehmed Al-Rube di gutarekê da li rojnama el-Sherq el-Ewset nivêsandîye dujminên Iraqê keyif xweş bun bi wan jêk negirtina di nav Civata Birêvebirina Iraqê de. Belê keyfa wan gelek dem kurt bû. Dema wan endamên Şî'eyan dîtin bi hevsengî û bi awayekê berev pisyar bersivê diden û berjewendîya Iraqê wek nîştiman li pêş her tiştekê dî danayin û yêk buna welatî ber çav girtîn hemberî eynî helwêstê ji alîyê Kurdan.

Hakimê medenî yê Emerîkî li Iraqê Paul Bremer got ew miştumira li ser desturê demî yê Iraqê buy nimuneyeka keftine karî ya dymukrasyetêye.

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

Ev gutare bîr û boçuna Hikumeta Welatên Yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG