Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Emerîkî û Serbazên Iraqê dest bi kiryarekê leşkirî kir bi navê Soza Asinî bo jinav birina xirapkaran - 2004-03-17


Leşkirê Emerîkî li Iraqê dibêjit hêzên Emerîkî û Serbazên Iraqê dest bi kiryarekê leşkirî kir li Bexda bo girtin û jinav birina xirapkaran û dest bi ser da girtina çekê neqanunî.

Peyvdarekê leşkirê yêkê yê Emerîkî got kiryarê bi navê (Soza Asinî) berdewame belê wî çi huîrkarî nedan.

Raportên peyaman dibêjin tête çaverê kirin hêzêt berevanîya medenî yên Iraqê digel hezaran serbazên Emerîkî bi piştevanîya helîkopter û zirîpuşa pişkdarî di vê kiryara leşkirî da bikin.

Ev kiryare piştî jimareka hêrişan bû dijî hêzên parastina Iraqê û byanî û medenî yên Iraqê ewên digel hêzên hevpeymana karî dikin. Li dû rojên bory bi kêmî 11 kes hatine kuştin li Bexda û li Musil.

XS
SM
MD
LG