Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sergutar: Girtin li Surya - 2004-03-17


Her wekû bi milyona xelkê dî li seranserî Rojhelata Naverast, xelkê Surya jî azadî dixazin. Li 8 î meha 3 Adarê, li Dimeşqê li xwenîşandaneka giştî ku kêm li wî welatî têne kirin hejmareka xelkê Surya bîr û bawerêt xwe dyar kirin.

Ew xwenîşandan bi helkeftina derbaz bûna 41 salan li ser danana qanuna destudarê tengavya li Surya hate kirin, ku ewey sala 1963 wekû hêcet û behane bo inkar kirina mafêt bingehîn têne bikar înan.

Polîsêt Surya bilez ew xwenîşandan têkda û nêzîkî 20 kes girtin. Karbidestekê Emerîkî di nav girtîyan dabû ku yêk bû ji dyplomatên byanî ku berê xwe da wê xwenîşandanê.

Se'atekê piştî hingî ew karbidest hate berdan. Peyvdarê wezareta derve ya Emerîkî Richard Boucher dibêjit girtina dyplomatan zêde gavîyeka eşkereye li ser qanûna Nav Netewey.

Rêzdar Boucher dibêjit: " Cihê qebulê nîne. Wezareta Derve li washington peywendî bi Balyozê Surya li Washington DC kir bo dyar kirina nerazî bûna xwe li ser wê serhatîyê û dyar kirina aloz bûna xwe li ser kiryarêt Surya dijî alîyêt ku bi aştî bo azadîya axiftinê û bîr û hizra xwenîşandana dikin."

Gelek eger û sebeb hene ku gelê Surya bo xwenîşandana biken ewjî heke rêka wan bête dan. li duv vekolîneka vê dumahîyê ya wezareta derve ya Emerîkî, sicila mafêt mirovan ya hikumeta Surya hêşta xirape.

Welatî mafê hindê nîne ku hikumeta xwe biguhorin û heta piştî azad kirina pitir ji sed girtîyên siyasî li heyva yêk Kanuna dûê, bi sedan kesêt dî jiber bizava wan bo mafêt wan yêt serekî hêşta yêt di zindanan da.

Zêde gavîyêt dî yêt mezin ku hikumeta Surî diket, kiryarêt eşkence danêne ku hêzêt parastina Surî pêradbin û dad kirinêt nerewa li dadgehêt parastinê.

Kesêt li Dimeşqê hatine girtin bitinê her ew nînin ku bizavê bo mafêt mirovan li Surye dikin. Bizavkarêt mafêt mirovan dibêjit nêzîkî 7000 xelkê Surya bo bidomahî înana qanuna dest û darê tengavîya azadkirina hemî girtî yêt siyasî û bo azadîya siyasî daxaznameyek morkirye.

Her wekû serok Georg W. Bush gotî "azadî daxazeka cîhanîye, dyarîyeka ji Xwidêye bo hemî jin û mêran li vê cîhanê." Her ji ber hindê li Surya û li seranserî Rojhelata Naverast azadî, dymukrasî û mafêt mirovan roj bo rêjê pitir piştevanêt xwe hene.

Heke te bivêt guh bideye vê gutarê, ev fayela dengî li ser vî perî klîk bike.

Ev gutare bîr û boçuna Hikumeta Welatên Yêkgirtî yên Emerîka ye.

XS
SM
MD
LG